Ji Rojhilatê heya Sistan-Belûcistanê mekanîzmaya zextê kûr dibe

Rejîma Îranê, li Rojhilat û Sistan-Belûcistanê mekanîzmayên zext û konrtolkirinê tund dike, muxalefeta hundirîn diçewisîne û rageşiyên derve jî ji bo rewakirina vê pêvajoyê vediguherîne amûreke sîstematîk.

Guherîna di polîtîkayên ewlehiyê yên li Îranê yên piştî şerê Hamas û Îsraîlê de, veguherî pergaleke zextê ya piralî ya hemû welatî digire nava xwe lê belê li herêmên cuda xwe bi awayên cuda nîşan dide. Ev pêvajo, ji rageşiyên di polîtîkayên derve de wêdetir nîşan dide ku rejîm li hemberî gelê xwe refleksên rêveberiya hundirîn ji nû ve vesaz kiriye. Bi taybetî zêdebûna tedbîrên ewlehiyê yên li herêmên sînor, weke perçeyekî stratejiya kontrolkirina zêdetir ya derdorên muxalîf û gelên kêmanî ya ji aliyê rejîmê ve derdikeve pêş.

Di salên dawîn de pêvajoyên darazê yên di bin navê ‘’ewlehiya neteweyî’’ de tên birêvebirin her ku diçe berfireh dibin û vediguherin avaniyeke îdarî û hiqûqî. Raporên mekanîzmayên eleqedar yên Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan û Neteweyên Yekbûyî (NY), bi awayekî eşkere nîşan didin ku ev sûcdarîkirin li gel aktorên siyasî xwendekar, aktîvîstên rêxistinên civakî, tevgerên karkeran û welatiyên ku li ser medyaya dijîtal dengê xwe bilind dikin jî tên hedefgirtin. Rejîm, xwepêşandanên aşitiyane, kiryarên çandîû daxwazên mafên sereke jî weke ’’gefa li hemberî dewletê’’ nîşan dide û ji bo girtinên kêfî û cezayên hepsê yên demdirêj zemînê amade dike.

ÇAVDÊRIYA LI HEMÛ QADAN

Van polîtîkayan di nava jiyana rojane de jî bersiveke şênber stand. Li gelek bajaran xalên kontrolê yên leşker û polîsan hatin zêdekirin, kontrola nasnameyan veguherîn rewşeke rûtin, hebûna hêzên ewlehiyê ya di qadên raya giştî de jî bi awayekî diyar zêde bû. Ev sepan rîtma jiyana civakî disekinîne, atmosfera tirsê mayînde dike û tevgera şexsan a azad bi awayekî sîstematîk asteng dike.

LI ROJHILATÊ ZEXT ZÊDE BÛYE

Rojhilatê Kurdistan, serkêşiya herêmên ku herî zêde bi encamên van polîtîkayên zextê yên rejîmê re rû bi rû dimîne, dike. Bajarên weke Ûrmiye, Sinê û Kirmanşan û gelê Kurd ê li serxeta sînor a çiyayî dijî, ev demeke dirêj e di nava neçariyên aborî û destwerdanên sîstematîk ên hêzên ewlehiyê de asê mane. Rêxistinên çavdêriya mafên mirovan, gelek caran belge kirin ku li ser van xetan kiryarên welatiyan tim xwedî rîskeke bilind e û rejîm heya aborîya sînor jî weke amûreke zext û kontrolê bi kar tîne.

LI SISTAN-BELÛCISTANÊ XIZANIYA KÛR

Heman pirsgirêk li Sistan û Belûcistanê jî xwe nîşan didin. Li van herêman bazirganiya sînor û kiryarên weke barkêşiya sotemeniyê, qadeke jiyanê ya ji aliyê neçariyên aborî ve teşe digire, ava dike. Xizanî, xizmeên dewletê yên kêm û tundiya kêfî ya hêzên ewlehiyê li van herêman rageşiyeke kronîk diafirînin. Rejîm bêçarebûna aborî dike hincet û li hemberî van civakan serî li polîtîkayên cezakirina kolektîf dide.

Gel li Îrana Başûrrojava bi salên dirêj e li hemberî newekheviyên civakî-aborî, bêkarî û kêmasiya binesaziyê têdikoşe. Pêlên protestoyan yên biriya niha hatin lidarxistin, destwerdana rejîmê ya zêde û bixwîn a li hemberî van daxwazên rewa bi awayekî eşkere nîşan dan. Rejîmê her car ev tevger weke ‘’komploya hêzên derve’’ binav kirin û ew çewisandin.

PÊLÊN SERDEGIRTINÊN MALAN Û GIRTINAN

Bi taybetî êrîşên rejîmê yên li bajarên Kurdan ên weke Mahabad, Bokan, Seqiz, Sinê, Bane û Merîwanê bi awayekî eşkere zêde bûn. Li gorî raporên mafên mirovan, di vê serdemê de gelek aktîvîstên Kurd, hawirparêz, mamoste, nûnerên karkeran û rêveberên kiryarên çandî li gel sûcdariya ‘’ewlehiya neteweyî’’ hatin binçavkirin yan jî bi lêpirsînên demdirêj re rû bi rû mane.

Di tevahiya sala 2024’an de li bajarên Kurdan bi ser sedan malan de hate girtin. Beriya salvegera qetilkirina Jina Emînî li Seqiz, Divanderre, Mahabad û Bokanê bi dehan kes bi awayekî kêfî hatin girtin. Merasîmên bibîranînê yên ji bo kesên hatine qetilkirin, hatin lidarxistin bi awayekî sîstematîk hatin astengkirin, têketinên goristanan ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin dorpêçkirin zexteke giran li malbatên şîn digirtin, hate kirin.

LI SÎNOR KOMKUJIYA SÎSTEMATÎK

Lı Rojhilat tundiya rejîmê bi awayê herî eşkere li ser xeta sînor tê dîtin. Li ser rêyên derbasbûna kolberan ên li derdora Bane, Serdeşt, Pîranşar û Noşînê dewriyeyên leşkerî hatine zêdekirin. Li gorî daneyên Kolber News û rêxistinên weke Kurdistan Human Rights Networkê (KHRN), di sala 2024’an de bi sedan kolber di encama gulebarana rasterast ya hêzên rejîmê, teqîna mayinan yan jî dema şopandinê de jiyana xwe ji dest dane yan jî bi giranî birîndar bûne. Di sala 2025’an de herî kêm 59 kolber hatin qetilkirin.

Rejîm van welatiyên sivîl ên ku jiber xizaniyê neçar dimînin van karên xetere dikin weke ‘’gefa ewlehiyê’’ îlan dike û înfazên sîstematîk pêk tîne. Ev sepan, çavkaniya debarê ya bi hezaran malbatan tune dike û weke mînakeke eşkere ya cezakirina gelan a bi awayekî kolektîf derdikeve pêş.

BANDORÊN ŞERÊ 12 ROJAN

Rejîmê piştî Şerê Îran-Îsraîlê yê di Hezîrana 2025’an de (13-24 Hezîran), li seranserê welêt û bi taybetî jîli herêmên Kurdan pêleke binçavkirinê ya nû da destpêkirin.  Piştî şerî bi hincetên weke ‘’sîxurtî’’, ‘’karkirina li ser navê Îsraîlê’’ û ‘’gefa li hemberî ewlehiya neteweyî’’ bi hezaran kes hatin girtin; ev hejmar li bajarên Kurdan ji sedan derbas bû. Li Mahabad, Bokan, Ûrmiye, Seqiz û Sineyê bi ser gelek malan de hate girtin, li hin herêman înternet û xizmetên ragihndinê hatin qutkirin.

Her wiha rejîmê rageşiya li derve ji bo bêdengkirina muxalefeta hundirîn weke derfeteke eşkere bi kar anî. Hemû ev geşedan careke din rastiya ku rejîma Îranê feraseta gefa derve ji bo rewakirina polîtîkayên xwe yên weke tundiya sîstematîk, înfazên kêfî, êşkence û girtinên komî yên li ser gelê xwe bi kar tîne, nîşan didin. Binpêkirinên li Rojhilat û herêmên din, weke şênbertirîn delîlên cudakariya avanî ya li ser komên olî û etnîk û mekanîzmaya zexta totalîter ên rejîmê derdikevin pêş.

Tabloya giştî nîşan dide ku li Îranê amûra ewlehiyê ji bo ku civakê bi her awayî di bin kontrolê de bigire hemû rê û rêbazan rewa dibîne. Pêvajoya piştî 7’ê Cotmehê nîşan dide ku rejîmê hem serpêhatiyên xwe yên derve û hem jî rêveberiya xwe ya otorîter a hundirîn xurt kirine, dikeve serdemeke zext û bêdengkirinê ya di serî de gelê Kurd hemû derdorên muxalîf hedef digire. 

Sibe: Di bin siya şer de Îran û Rojhilatê Kurdistan-III